• Friday, 13 February 2026
logo

Hevjîna Ehmed kaya xelata wî ji destê serok komarê Tirkiyê wergirt

Gulan Media December 25, 2013 Nûçe
Hevjîna Ehmed kaya xelata wî ji destê serok komarê Tirkiyê wergirt
Serok komarê Turkiye Ebdula Gul serokê şaredariya Sûrê Ebdula Demîrbaş jî evxwend merasîma Xelatên Mezin ya Huner û Çandê ya serok komarê, Demîrbaş got: Em vê vexwendinê watedar û hêjayî dibînin.


Ebdula Demîrbaş di daxuyaniyekê de bo Ajana Anadolê got:Serok komarê Turkiye Ebdula Gul ez jî vexwendim û weha dewam kir,di beşa mûzîkê de dê xelatê bidin hunermendê Kurd Ehmed Kaya û Demîrbaş got: Ev tiştekî watedar û hêja ye.

Dmîrbaş diyar kir ku, şaredariya wan jî ji bo jiyandina çand û zimanê Kurdî ,Ermenî û Suryanî ked daye.

Demîrtaş beriya niha jî diyar kiribû ku, kurekî wî li çiya ye, yê din jî xwe amade dike ku here leşkeriyê û gotibû:Divê êdî em wan êş û keseran ji nav xwe rakin.
Top