Hevjîna Ehmed kaya xelata wî ji destê serok komarê Tirkiyê wergirt
Ebdula Demîrbaş di daxuyaniyekê de bo Ajana Anadolê got:Serok komarê Turkiye Ebdula Gul ez jî vexwendim û weha dewam kir,di beşa mûzîkê de dê xelatê bidin hunermendê Kurd Ehmed Kaya û Demîrbaş got: Ev tiştekî watedar û hêja ye.
Dmîrbaş diyar kir ku, şaredariya wan jî ji bo jiyandina çand û zimanê Kurdî ,Ermenî û Suryanî ked daye.
Demîrtaş beriya niha jî diyar kiribû ku, kurekî wî li çiya ye, yê din jî xwe amade dike ku here leşkeriyê û gotibû:Divê êdî em wan êş û keseran ji nav xwe rakin.
