Her du encûmenên Rojavayê Kurdistanê ENKS û MGRK gihîjtine rêkevtinê
Li gor nûçeyeke tora Medyayî ya Rûdawê, her du encûmenan li ser vekirina deriyê Sêmalka, berdana girtiyên li cem siyasî yên li cem asayişa PYDê û beşdariya Kurdan di kongreya Cenêv2 de li hev kirin.
Herwiha her du encûmenên kurdî hemû kesên ku li Rojavayê Kurdistanê bi gule yan di teqînan û şer de jiyana xwe ji dest dane wek “şehîdên berxwedana Rojavayê Kurdistanê” dan naskirin.
Derbarê vekirina deriyê sînorîyê Sêmalka ya navbera Rojav aû Başûrê Kurdistanê de, çavkaniyê aşkere kir ku derî dê li ber alîkariyên mirovî, bazirganî û çûn û hatina şandên siyasî vekirî be, lê ew dê li ber çûn û hatina xelkê sivîl girtî be.
Derbarê berdana girtiyên siyasî yên li cem asayişa PYDê de ku berpirsên ENKSê dibêjin hejmara wan nêzîkî 50 kesane, MGRKê soz daye ku hemû girtiyên siyasî serbest berde.
Her li gor heman nûçeyê, her du encûmen dê komîteyeke ji 11 kesên hiqûqî û serbixwe pêk bîne ji bo ku lêkolînê derbarê bûyerên Amûdê, Til Xezal û Efrînê de bike ku tê de gelek kesên sivîl bi guleyên YPGê û asayişa PYDê hatibûn kuştin.
Derbarê kongreya Cinêv2 de, ENKSê û MGRKê li hev kirin ku her kesê ji wan tevlî kongreyê bibe dê nûneratiya Kurdan bikin û bi navê Kurd beşdar bibin, lê ew bi navê Desteya Bilinda Kurd tevlî kongireya Cinêv-2 nabin.
Herwiha tora medyayîya Rûdawê ragihandiye ku li gor zanyarîyên wan, her du encûmen dê di 15ê çileya sala 2014an de car din bicivin ji bo ku xalên li ser li hev nekirine wek pirsên artêş, ewlekarî û darayî gotûbêj bikin. Dibe ku civîn li bajarê Qamişlo bihê lidarxistin.
