Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê berê yê karubarê derveyê welatê Sirbîstan kir
Li hevdîtinê de Wezîrê berê yê karubarê derveyê Sirbîstanê ji bo rexsandina vê hevdîtinê û serdana xwe ya Kurdistanê spas û xweşhaliya xwe bi Serok Barzanî ragihand û hevsozî û piştgiriya xwe jî li beranber êş û jan û xebat û têkoşîna gelê Kurd ya ji bo wergirtina maf û doza xwe ya rewa nîşanda. Serokê berê yê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî hêviya ewe jî xwest ku gelê Kurd bi mafên xwe şad bibê û li sayeya aştî û pêşketinê da bijî.
Li beranberda Serok Barzanî bi xêrhatina wan kir û li ser doza rewaya gelê Kurd spasiya hevsozî û helwesta Wezîrê berê yê karubarê derveyê Sirbîstanê kir.
Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi kurtî behsa dîroka êş û jan û xebata gelê Kurd û dilreqiya neyarên Kurdistanê ji bo Serokê berê yê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî kir û li beşeke dinê axaftina xwe de got: "Gelê Kurd bi zorî û bi bê daxwaza xwe hatiye dabeşkirin û paşê jî demeke dirêj gelek dijayetiya wê hatiye kirin û înkar li hebûna wî hatiye kirin.
Eger gelê Kurd destê xwe ji bo şer biribê ew, şerê li ser da hatiye sepandin û ferzkirin û şerkirina wî bi navê parastina nasnameya neteweyiya xwe bûye".
Her wiha di derbarê xebat û paşaroja gelê Kurd ya li navçeyê de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurd li xebat û hewldana ji bo mîsogerkirina mafên xwe de berdewam dibê û ji bo vê mebestê jî pişta xwe bi diyalog û peyama aştîxwazane dibestê.
Serok Barzanî li beşekî dinê axaftina xwe de balkişand li ser dîroka pêkvejiyana gelê Kurd li gel gelên dinê navçeyê kir û her wiha di derbarê qonaxa pêkvejiyana li şoreşa eylûlê da got: "Barzaniyê Nemir me fêr kir ku şer û kêşeya me ne li gel neteweyan da bê belku şerê me li gel Hikûmet û sîstema siyasiya dîktator û dagîrkaran da bê".
Pêvajoya siyasiya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê hevdîtina di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê berê yê karubarê derveyê Sirbîstanê bû.
