• Thursday, 12 February 2026
logo

Komîteyên hevbeş yên PDKê û YNKê civiyan

Gulan Media December 24, 2013 Nûçe
Komîteyên hevbeş yên PDKê û YNKê civiyan
Li Hewlêrê her du komîteyên hevbeş yên PDKê û YNKê civiyan.

Di çarçoweya civînên hevbeş yên her du komîteyên hevbeş yên partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîşitmaniya Kurdistanê de îro her du komîteyên han li Hewlêrê civiyan.

Di civînê de prosesa damezrandina hikûmeta nû ya Kurdistanê û ew pêngawên ku, heta niha di wê warî de hatine avêtin hatin nîqaşkirin û tekez li ser yekrêzî û bihevre kar kirina tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê hate kirin.

Di beşeke din ya civînê de her du alî tekez li ser afirandina derfeteke baş û rewşeke aram bo cîhbicîh kirina bernameyên hikûmetê û herwiha baştir xizmet kirina tevahiya xelkê Kurdistanê kirin.

Di berdewamiya civîna han de behsa berejwendiyên netewî û hewldanên heyî yên ji bo sepandina dadweriya civakî û zal kirina qanûna û desthilata qanûnê kirin.
Top