Tirkiyê qedexeya li ser pirtûkên Ocalan rakir
Di nav pirtûkên ku qedexeya li ser wan hat rakirin de pirtûkên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, mamostayê zanîngeh û nivîskarê Misrî Seyyîd Qutub, helbestvanê tirk Nazim Hikmet, rêber û avakerê partiya çepgir a bi navê DHKP-Cê Dursun Karataş, nivîskar û aborînasê tirk Yalçin Kuçuk, serokê partiya kar a Tirkiyê Dogu Perînçek û rêbera şoreşa îslamî ya Îranê Ayetullah Xumeynî jî hene.
Li gorî madeya "Pakêta 3yemîn a Darazê" ya ku di 5ê Tîrmeha 2012an de ket pratîkê û bi madeya 78emîn a qanûnê ve bi Qanûna Çapemeniyê hate zêdekirin, heta 31ê Kanûna 2011an, berhemên çapkirî yên dadgeh, fermandarên îdarî yên milkî û meqamên din derbarê wan de biryara qedexekirin û komkirinê daye, di nav 6 mehên piştî ku qanûn ket pratîkê, heke dadgehên wezîfedar û berpirsyar ji bo ku ev qedexekirin dewam bike, biryareke din nedin ji xwe ev hikmê wan ê berê ji holê radibe.
Piştî ku qanûn ket pratîkê, Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyê nivîsek şande meqamên îdarî û dadî yên ku biryarên qedexekirinan dane.
Di nivîsê de qeydên ku ji 1952an ve hatine girtin, hat eşkerekirin. Ewlehiyê behsa 23 hezar, kovar, rîsale (name û gotar) û pankartên ku derbarê wan de biryara komkirin û qedexekirinê hatiye dayîn, kir û pirsî ku ka dê biryareke nû bê dayîn an na.
Li ser vê yekê, dadgehan berhemên ku hatine qedexekirin, cardin li ber çav re derbas kirin, walîtî û yekeyên îdarî yên ku biryara qedexekirinê dabûn ji 23 hezar berheman derbarê 402ê wan de biryar dan ku qedexeya li ser wan bidome lê qedexeya li ser 22 hezar û 600 rojname, kovar, rîsale û pankartan rabû.
Di nav 23 hezar 336 berhemên ku hatine qedexekirin de 2 hezar 336 pirtûk hene. Dadgehan derbarê 115 pirtûkan de biryara qedexekirinê parast lê 2 hezar 221 pirtûk serbest bûn. Polîs êdî ji bo van pirtûkan dê nikaribe tiştekî bike.
Li gor vê biryarê, sê pirtûkên Abdullah Ocalan, pirtûka Seyyîd Qutub ya bi navê "Di Îslamê de Edaleta Civakî", pirtûka Dursun Karataş ya bi navê "Nivîsên Hilbijartî", Pirtûka Abdurrahîm Karakoç ya bi navê "Fermana Lêxistinê", pirtûka Yalçin Kuçuk ya bi navê "Meş", pirtûka Nazim Hikmet ya bi navê "Silav li Çîna Karkerên Tirkiyê", pirtûka Mahîr Çayan ya bi navê "Hemû Nivîs", pirtûka Dogu Perînçek ya bi navê "Meseleya Qibrîsê" hatin serbestkirin.
