Hikûmeta Kurdistanê cejina jidaykbûna hezretê Îsa pîroz dike
Ev li jêr teksta wê peyamê:
Bi minasibeta hatina cejna jidaykbûna hezretê Îsayê Mesîh (silavên Xwedayê mezin lê bin) pîrozbahiyeke gerim pêşkeşî tev xûşk û birayên mesîhîyên li herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikîn. Em hêvîdar in ku, xûşk û birayên me yên mesîhî bi xweşî û aramî cejina xwe pîroz bikin.
Mesîhîyên herêma Kurdistanê ji zemanê berê de digel misilman û pêkhateyên din yên olî yên Kurdistanê bi biratî û bi rêz û viyanê digel hev jiyane û di xweşî, nexweşî û qurbanîdanê de, ji bona bidestxistina azadî û jiyaneke bextewer beşdarî kiriye. Ji be vê yekê, li herêma Kurdistanê, pirensîpên lêbihurînê, hevduqebûlkirin û biratiyê bûye rûyekî pirşingdar û diyarê herêma Kurdistanê û vê yekê bala cîhanê jî kişandiye.
Careke din cejina jidaykbûna hezretê Îsayê Mesîh (silavên Xwedayê mezin li ser bin) li hemû xûşk û birayên mesîhî pîroz be û hertim di nav xweşî û şadiyê de bin.
Civata wezîrên herêma Kurdistanê
24.12.2013
