• Thursday, 12 February 2026
logo

Erdogan hoşdarî da sefîrên welatên biyanî : Em mecbûr nînin we li welatê xwe bihêlin

Gulan Media December 23, 2013 Nûçe
Erdogan hoşdarî da sefîrên welatên biyanî : Em mecbûr nînin we li welatê xwe bihêlin
Serokwezîrê Tirkiyê ragihand ku bûyerên dawîn ên li Tirkiyeyê ûş dosyaya gendelîya darayî pilaneke amadekirî ya biyanî ya li dijî Tirkiyeyê ye. Receb Teyib Erdogan li gel berfirehbûna alozîyên peywendîdar bi dosyaya gendelîya darayî, ji ber destwerdanên negative wan di karûbarên navxweyî yê Tirkiyeyê de gefa derkirina balyozên çend welatên biyanî jî kir û ragihand:´´em neçar nînin ku we li wealtê xwe bihêlin.´´


Erdogan got: "Meseleya me ew e ku bila hiqûq bi cih were û bila hiqûqnas jî li gor hiqûqê tevbigerin, ne ku li gor hinekan tevbigerin. Heke li gor hinekan tevbigerin, bila li qisûrê nenihêrin, em jî wekî siyasetmedar çi hewce bike em ê bikin. Em ê ji niha pê de jî vê bi cih bînin."

Erdogan derbarê daxuyaniya hin balyozan de jî bêyî ku navê wan bihîne weha got: "Gelek balkêş e, di evan rojên dawîn de balyoz di nav hin tevgerên provokatîf de ne. Ez bangî wan dikim, heke hûn li derveyî karê xwe tevbigerin, em mecbûr nînin ku we li welatê xwe bihêlin."

Ji aliyekî din ve jî li gor hin îdiayan têkiliya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi evan operasyonan re heye. Li ser evê mijarê bolyozê Amerîkayê yê Enqerê Fransîs Rîkardonê destnîşan kir ku ti peywednîya welatê wî bi evan operasyonan re nîne.

Tê îdiakirin ku Rîkardonê gotiye:"Ew ambargoya ku me dabû ser Îranê wê bi navbeynkariya Banqaya Halkê were rakir. Ji bo ku em rê li ber vê bigrin me dest bi xebatan kir. Ji îro bi şûnde hûnê hilweşandina împaratoriyê temaşe bikin."

Li ser ewan îdiayan Rîkardonê li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyaniyek belav kir û wiha got: "Ti têkiliya Amerîkayê bi ewan operasyonên gendeliyê re nîne ku dewam dikin. Hevkarî û hevaltiya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê ji bo her du welatan jî pir girîng e. Bila ti kes bi îdiayên derew navbera me xirab neke. Ew îdia hemû derew û îftira ne."

Ajansa nûçeyan a Fransa, Frans Press jî ragihandiye, ku dosyaya gendelîya darayî ya berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê dem bi dem berfirehtir dibe û dengoyeke mezin li Tirkiyeyê çê kiriye û heta niha zêdetirî 50 kesayetîyên aborî û berpirsên hikûmetê li ser gendelîyê hatine girtin ku di nava wan de zarokên sê wezîrên hikûmetê û bazirganeke navdarê Îranî bi navê Riza Zerab ku hevjînê Ebru Gundeş stranbêja navdara Tirkiyeyê ye, jî hene.

Frans Press jî ragihandiye, ku mebesta Erdogan li gefa derkirina sefîrên welatên biyanî, sefîrê Amerîkayê Fransîs Rîkardonê ye, ji ber ku pêştir Rêkardonê ji çend sefîrên Ewroapyî yên li Enqerê re gotibû ku Waşington pêştir hoşdarî dabûye Halk Bank a Tirkiyeyê ku dorpêçên welatên Rojava li dijî Îranê berçav bigre û peywendîyên xwe yên aborî li gel Îranê bisekinîne.

Di dosyaya gendelîyê de Silêman Eslan berpirsê Halk Bankê jî li gel zarokên sê wezîrên kabîneya Erdogan di refên tometbarên gendelîya darayî de ye. Rojnameya Hurriyet a Tirkiyeyê jî ragihandiye, ku di roja şembîya derbasbûyî de bi awayeke fermî Eslan bi wergirtina bertîlê (ruşwetê) hatiye tometbarkirin.

Herwiha zarokên sê wezîrên hikûmetê jî bi heman tometê hatine tometbarkirin. Riza Zerab bazirganê Îranî jî bi dana bertîlê û binpêkirina dorpêçên li dijî Îranê hatiye tometbarkirin.

Ragihandinên Tirkiyeyê basa li ewê dikin, ku Zerab bi dana bertîlê bi şêweyeke neqanûnî bi rêya Halk Bankê zêr firotîye Îranê û 10 Miliyard Dolar pare û zêr bi şêweyeke neqanûnî bi rêya Halk Bankê ve bo nav Îranê veguhastiye û bo ewî karî dehan miliyon Dolar jî weke bertîl daye berpirsên hikûmetê.

Li gor şirovekarên Tirkiyeyê, alîgir û şûnkevtîyên Fethula Gulen ku bi Cemaet dihên naskirin, di aşkira kirina ewê dosyaya gendelîyê de dest hebûne û armanca wan têkşikandina partîya Erdogan partîya Dad û Geşepêdanê (AKP)ye. Fethula Gulen rêbereke ayînêçî siyasî yê Tirkiyeyê ye ku gelek xodan nifûze li Tirkiyeyê û weke rikeberê Erdogan dihê naskirin.

Jêder: AA û Frans Press
Top