• Friday, 13 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh

Gulan Media December 23, 2013 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesih (silavên xwedê li ser bê), xweşiktirîn pîrozbahiyê li hemû xûşk û birayên delalên Mesîhî li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û ji bo wan hêviya cejnekî pir bi xweşî dixwazim.

Niha ku Iraq li qonaxa avadankirin û rastkirinê daye, yek ji erkê serekiyan parastina pêkvejiyan û tebayî ya pêkhatên cûda cûda yê olî û neteweyiyane û nabê rê bidîn li bin tu pasawek de ew tebayî û pêkvejiyan bê têkdan.

Bi mixabinî li van salên dawî de xuşk û birayên Mesîhî li Iraqê de ketin ber êrîş û înkarkirinê, lê belê cihê şanaziya meye Kurdistan herdem cih û malekî aram bûye ji bo hemû pêkhatan û erkê serekiyê me hemûyane wê pêkvejiyanê biparêzîn.

Hêvîdarim ev cejin ji bo we bibê cihê xêr û xweşiyên zêdetir û hemû salek li sayeya aramî û azadî û demokrasiyê de cejnên xwe pîroz bikin.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24/12/2013
Top