Kalaşinkov ê dahênerê çeka efsaneyîya Rusî wefat kir
Rayedarên Herêma Xweser a Ûdmûrtya ya li Ûralê dan xuyakirin ku hilberînerê çeka ferdî ya sowyetan AK-47 Kalaşnîkov, di 93 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye. Kalaşnîkov di mehên dawî de gelek caran rakiribûn nexweşxaneyê.
Berdevkê Serokê Ûdmûrtya Vîctor Çûlkov di daxuyaniya xwe ya li ser rûpela xwe ya Facebookê de got, "Îro, di 23'ê Kanûnê de xebereke xemgîniyê gihaşt me. Hilberînerê çeka efsanewî Mîxaîl Tîmofeyevîç Kalaşnîkov, li dû nexweşiya xwe ya giran di 93 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Kalaşnîkov di kariyera xwe ya demdirêj a Rûsyayê de bû kesê herî zêde xelat wergirtiye. Nêzî 150 çekên cuda çê kir. Ji van çekan a herî navdar jî AK-47 bû ku bi navê Kalaşnîkov tê naskirin. AK-47 yanî Kalaşnîkov çê kir, li gelemperiya cîhanê zêdeyî 100 mîlyon hat firotin.
General û hilberînerê çekan a Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetê (SSCB) Mîxaîl Tîmofeyevîç Kalaşnîkov, di sala 1919'an de li Kuriya li Altay Kray'e hat dinyayê, di sala 1938'an de tevlî Artêşa Sor bû û weke pisporê çekan perwerde dît.
