• Thursday, 12 February 2026
logo

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media December 23, 2013 Nûçe
Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Di derbarê wan hevpeyvînên ku rojnameya El Heyat li gel rêzdar Seyîd Muqteda Sedir encam daye, Serok Mesûd Barzanî rêz û xweşdiviyeke mezin ji bo rêzdar Seyîd Muqteda Sedir û malbata wî ya birêz û qurbanîder re heye, ku pêgehekî bilind û helwesteke dîrokî ya ber bi çav li xebata gelê Iraqê de heye.

Her wiha cenabê Serok Barzanî şanaziyekî mezin bi pêgeh û rola girîngê bajarê Necef pîroz dike, berê jî serdana Necefê kiriye û amadeye û hez jî dike li zûtirîn demeke guncaw de serdana wê bike.

Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
23/12/2013
Top