• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Dihokê girtiyekî xwe xeniqand

Gulan Media December 23, 2013 Nûçe
Li Dihokê girtiyekî xwe xeniqand
L girtîgeha devera Sersingê ya nêzîkî bajarê Dihokê, girtiyekî xwe xeniqand. Polîs jî dibêje, pirsgirêkên wî yên derûnî hebû.

Rêveberê Polîsê Amêdiyê Mihemed Ebdurezaq, ji Rûdwê re ragihand, roja (22.12.203) li girtîgeha Sersingê ya nêzîkî Dihokê girtiyekî ku temenê wî 31 sal bû, xwe xeniqand.

Mihemed Ebdurezaq li ser çawaniya bûyerê agahî da û got, girtiyê han tayên dora betaniyan jê vekiribû û li serşokê xwe xeniqandibû.

Li gorî wî polîsî, çend rojan beriya niha jî heman girtî li girtîgeha devera Qedşê ya Amêdiyê xwestibû xwe bikuje û kêrek li zikê xwe dabû.

Derheqê sedema girtina wî de jî wî berpirsê polîsê Amêdiyê eşkere kir ku ew kes li ser şikayeta dayika xwe hatibû girtin û da zanîn, termê wî bo pijîşkiya dadê ya Dihokê hat veguhestin.

Rudaw
Top