• Friday, 13 February 2026
logo

Brîtaniya regeznameyê ji kesên ku li Sûriyê şer dikin vedikşîne

Gulan Media December 23, 2013 Nûçe
Brîtaniya regeznameyê ji kesên ku li Sûriyê şer dikin vedikşîne
Wezareta Navxwe ya Brîtaniya, regezname ji wan hemwelatiyên xwe yên kur berê xwe dane Sûriyê da tevlî şer bibn, vekişand, da carek din venegrin Brîtaniyayê.

Li gorî rojnameya Indipendent a Brîtanî di hejmara xwe ya îro (23.12.2013) belavkiriye, Wezareta Navxwe ya Brîtaniya dest bi vekişandina regeznameya brîtanî ji wan kesên ku niha li Sûryiê şer dikin, kiriye, wek gavekê ji bo kêmkirina gefa terorê li ser Brîtaniya.

Ji destpêka sala 2013an ve û heta niha Brîtaniya regeznameya xwe ji 20 kesan vekişandiye, di himber de ji despêka sala 2010an heta destpêka 2013an wî welatî tenê regeznameya xwe ji 17e kesan vekişandiye.

Herwiha çavkaniyên ewlekariyê yên Brîtaniyayê metirsiya xwe li ser pirsa çekdarên wî welatî yên ku li Sûriyê şer dikin ragihandin, û gotin ku eger wê yekê heye ku ew çekdar carek din vegerin nav xaka Brîtaniyayê.

Lewma Wezareta Navxwe ya wî welatî dest bi vekişandina regeznameyan ji wan çekdaran kiriye.

Li gorî berpirsekî mezin di Wezareta Derve ya Brîtaniya de, di navbera 40 heta 240 kesî ji hemwelatiyê Brîtaniya niha li Sûriyê ligel girûpên radîkal mîna Cebhet el-Nusre û rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ)ê şer dikin.

Li gorî raportên cîhanî rêjeya hatina çekdarên biyanî bo Sûriyê bi mebesta şer roj bi roj zêde dibe, lê heta niha ti amareke hûr li ser hejmara wan çekdarên biyanî nîn.

Rudaw
Top