• Thursday, 12 February 2026
logo

Hefteya bê bi fermî şandina petrola Herêma Kurdistanê tê ragihandin

Gulan Media December 23, 2013 Nûçe
Hefteya bê bi fermî şandina petrola Herêma Kurdistanê tê ragihandin
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yeldiz ragihand ku şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Bendera Cîhan a Tirkiyê bi awayekî qunaxbend di rêya boriyên petrolê re destpê kiriye.

Li gorî ajansa Reuters Taner Yeldiz ragihand ku “Hefteya bê em dê dest bi gotûbêjan bikin ji bo diyarkirina roja şanda petrola Herêma Kurdistanê di rêya boriyên petrolê yên nû bo Tirkiyê bi awayekî fermî”.

Berî niha Wezîrê Çavkaniyên Siruştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî derbarê pirsa şandina petrola Herêm ji Rûdawê re wiha gotibû: “Şandina petrola Herêma Kurdistanê di rêya hêla petrola Herêma Kurdistan-Tirkiyê bi awayekî gelek baş destpê kiriye, niha em piştrastin ji karê wê hêlê û prose berdewame”.

Aştî Hewramî eşkere jî kir k u “Em dê Rêjeya petrola xav ya di rêya wê hêlê re tê şandin bi berdewamî zêde bikin”.

Di 14ê Kanûna 2013am de Herêma Kurdistanê dest bi şandina petrolê bi rêya boriyên petrolê bi awayekî asayî despê kir.

Rudaw
Top