• Thursday, 12 February 2026
logo

Tirkiye bo rojnamevanan mezintirîn zîndana cîhanê ye

Gulan Media December 23, 2013 Nûçe
Tirkiye bo rojnamevanan mezintirîn zîndana cîhanê ye
Komîteya Piştgîrîya Rojnamegerîyê (CPJ) di derbarê rewşa rojnamavanîya cîhanê û rojnamevanên girtî de rapora salaneya xwe eşkere kir.


Li gorî raporê îsal li hemî cîhanê 211 rojnamevan di girtîgehê de ne û di listeyê de Turkîye bi 40 rojnamevanên girtî di rêza yekê de ye.

Jimareke zêde ji vê rêjeyê ji rojnamevanên Kurd yên ku ji Doza KCKê hatine girtin pêk tên.

Serokê Komeleya Rojnamevanên Nûjen ên Turkîyê, Ehmet Abakay di daxuyaniyekê de jibo Dengê Amerîka (VOA) got : ´´Li Tirkiyê azadîya raderbirîn û ragihandinê nîne.´´

Abakay got: ´´Hemû rojnamevanên girtî jiber karên ragihandinê hatine girtin, lê Serokwezîrê Turkiye Receb Teyîb Erdoxan ji wan re dibêje terorîst.´´

Abakay destînşan kir rewşa rojnamevanên girtî bûye meseleyeke sîyasî.
Top