Nêçîrvan Barzanî bi parlementerên berê yên Kurdistanê re civiya
Duh li Hewlêrê Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi parlementerên berê yên parlementoya Kurdistanê ên ser bi lîsteya partiya demokrata Kurdistanê re civiya.
Di destpêka civînê de Nêçîrvan Barzanî spasiyên PDKê û Serok Barzanî pêşkêşî wan parlementaran kir ku, di çar salên derbasbûyî de weke parlementar karên xwe cîhbicîh kirine û di warê xizmet kirina gelê Kurd de roleke berçav lîstine.
Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de serkeftin ji wan parlementaran re xwest û eşkere kir ku, kar û çalakiyên wan di devra sêyem ya parlementoya Kurdistanê de cîha rêz û hurmetê ye û di demên pêş de jî ji ezmûn û psportiya wan wê fêde were wergirtin.
Cîgirê Serokê PDKê herwiha eşkere kir ku, qonaxeke nû hatiye holê û erka hikûmet û parlementoya Kurdistanê jî zêdetir û berfiretir bûye û em daxwaza yekîtiya tevahiya hêz û aliyên Kurdistanî dikin ku, yek deng û yek helwest bin daku, bikaribin bi wan metirsiyan re rûbirû bibin ku, rastî Kurdistanê tên.
