• Friday, 13 February 2026
logo

DAIŞê rêkxistinek bi navê Rêkxistina Wîlayeta Kurdistanê ragihand

Gulan Media December 23, 2013 Nûçe
DAIŞê rêkxistinek bi navê Rêkxistina Wîlayeta Kurdistanê ragihand
Li gor nûçeyek malpera Xendanê ku wê jî ji malpera Welatî Net (Beşê Erebî) veguhastiye, rêkxistina terorîstîya Dewleta Îslamîya Iraq – Şam`ê (DAIŞ), damezrandina rêxistinek nû bi navê Rêxistinek Wîlayeta Kurdistanê ragihandiye.

Li gor evê nûçeyê, welatiyên Kurd ên ku ji nawçe û beşên cuda yên Kurdistanê ve beriya niha berên xwe dabûn Sûriyê û tevlî refên rêxistina terorîst Dewleta Îslamî ya Iraq – Şam`ê (DAIŞ) bibûn û jib o wan şer dikrin, serpereştiya Rêxistina nû ya bi nave Rêkxistina Wîlayeta Kurdistanê dikin.

Rêkxistina tundrewên di bin banê rêxistina Dewleta Îslamîya Iraq – Şam`ê (DAIŞ)û komên terorîstîyên ser bi vê ku niha Rêxistuna Wîlayeta Kurdistanî damezrandiye, di teqînên li bajarên Rojavayê Kurdistanê û herwiha bajarên Silêmanî û Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê dest hebûn. Ew rêkxistina terorîstî herwiha li Rojavayê Kurdistanê bi hêzên Kurdî re şer dike û hewla dagîrkirina xaka Rojavayê Kurdistanê bi mebesta damezrandina ´Îmareteke Îslamî´ dide.

Li gor zanyarîyên di evê nûçeyê de, baregeha Rêxistina Wîlayeta Kurdistanê ya DAIŞê li parêzgeha Neynewa (Mûsil) ye ku, grûpên terorîst ji wê derê rê dike bajarên Herêma Kurdistanê û deverên din. Herwiha komên terorîstîyên ser bi DAIŞê û komên dinên terorîstî li parêzgeha Mûsilê binke hene berdewam êrişê ser hêzên ewlehîyên hikûmeta Iraqê dikin.
Top