• Friday, 13 February 2026
logo

Pêşwazîya BDP û Selahedîn Demîrtaş li damezrandina TPDK´ê

Gulan Media December 23, 2013 Nûçe
Pêşwazîya BDP û Selahedîn Demîrtaş li damezrandina TPDK´ê
Hevserokê BDP Selahedîn Demiratş li barê damezrandina Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê, ragihand ku, ger ku dixwazin Kurdistanê damezrînin BDP astengî vî karî nîn e, bila qusûrê nenêrin.


Demirtaş li ser pirsa derbarê damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDKT) de ku duh xwe ragihandin got: “Em ji ber xebatên ku partiyên siyasî dikin kêfxweş in.”

Demirtaş bi bîr xist ku rêvebirên vê partiyê daxuyaniya xwe ya ewil de BDP`ê rexne kirin û wiha dewam kir: "Bila bi şev û roj êrîşî me bikin, lê destpêka wan xelet e. Dîsa jî bila bi xêr be. Bi vî şiklî dewam bikin dê di demeke kurt de, di nav gel de teşhîr bibin."

Demirtaş got: “Ne pêkane ku di tevgera kurdan de êrîşî BDPê bikin û di siyasetê de serkeftî bibin. Divê hemû kes vê bibîne. Ger ku dixwazin Kurdistanê damezrînin BDP astengî vî karî nîn e, bila qusûrê nenêrin."

Demirtaş derbarê operasyonên ku li Stanbulê hatin kirin de jî got: "Me di serî de jî got divê ku pêşî li hemû gendeliyan bê girtin, lê ev bi tenê têra nake. Divê ku binyadên paralel jî ji holê bên rakirin."

Di berdewamiya axaftina xwe de Selahedîn Demirtaş aşkira kir û got: Li Tirkiyeyê dewleteke kûr heye. hetanî ku ev binyadên paralel dernexin holê, li Tirkiyeyê çareseriyeke mayînde çênabe, lê ev nayê vê meneyê yên ku gendelî kirine mexdûr in. "

Duh berdevkê KDPT Mehmed Emîn Kardaş siyaseta BDPyê rexne kir û got: "BDP di bin wesayetê de ye. Ne xwediyê îradeya xwe ye. Hemû biryar ji derveyî wan tê dayîn. BDPyê heta niha negotiye ku em partiya Kurdistanê ne. Heta niha xwe wekî partiya kurd, tirk, laz, çerkez, abaza û ereban dîtine, xwe wekî partiya Tirkiyeyê dibînin. BDP partiya pergalê ye, em partiya kurdan in. Ji ber vê jî ferqên di navbera me de zehf in."
Top