• Thursday, 12 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê rojên bênvedanê diyar kirin

Gulan Media December 23, 2013 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê rojên bênvedanê diyar kirin
Di daxuyaniyeke tyabet de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê rojên bênvedanê (tatîl) yên bi minasibeta roja jidaykbûna Hezretê Mesîh (silavên Xwesayê mezin li ser bin) diyar dike.

Dizeyî dibêje: Bi minasibeta cejna jidaykbûna hezretê Îsa (silavên Xwedayê mezin lê bin) pîrozbahiyê li xûşk û birayên mesîhî dikîn û em radigehîn in ku, rojên 25 û 26 vê mehê li tev saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê bênvedan e.

Dizeyî, herwesa diyar dike ku, roja 01.01.2014ê roja sersala nû ya zayînî li tev saziyên hikûmeta Kurdistanê tatîl e.

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê hêvîxwaz e ku, her du cejn; cejna jidaykbûna hezretê Îsa û cejna sersala nû ya zayînî bibin hokarê zêdetir pêşkeftina herêma Kurdistanê di warê aramî, geşkirin, lêbihurînî, pêkvejiyan û bexteweriyê bo hevwelatiyan.
Top