Berpirsekî Aşûrî: Rejîm dixwaze bi girtinê Xristyanên Sûriyê bitirsîne
Serokê Tora Aşûrî ya Mafên Mirovan Usama Idward ji Rûdawê re got ku bi destpêka şoreşa Sûriyê ve, hêzên rejîmê pêla girtinan li dijî serkirdeyên Rêxistina Aşûrî ya Demokrat berfireh kiriye.
Idward da zanîn ku Gebriyêl Goriyê Moşê ji ber kar û çalakiyên xwe yên li dijî rejîma Beşar Esed hatiye girtin.
Idwar got “Bi van girtinan rejîma Esed nameyeke dualî dide, hem pêkhateya aşûrî mîna pêleke siyasî demokrat û sivîl dike armanca xwe û hem jî dixwaze Xristyanan bi giştî û Aşûriyan bi taybetî bitirsîne û rola wan sînordar bike”.
Idward herwiha diyar kir ku di 20 gulana sala 2011an de 13 serkirdeyên Rêxistina Aşûrê hatibûn girtin û berî 2 heftiyan jî serkirdeyê heman rêxistinê Ferîd Bersom ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve hate girtin.
Rudaw
