Zarokê rojnamevan Kawe Germîyanî ´Amed´ îro li Kelar ji dayik bû
Karwan Ehmed birayê rojnamevan Kawe Germîyanî îro di bêjedanekê de ji PNA re ragihand, ku îro li nexweşxaneya Şêre ya neqîb a li bajarê Kelar´ê, hevjîna Kawe Germîyanî, ´Şîrîn Emîn´ zaroka xwe anî dinyayê ku kure û tendirustîya wê û zarokê jî gelek başe.
Karwan Ehmed supasîya pêşwazîya germ a hevwelatîyan û rewşenbîran û rojnamevanan li wan û bûyera ji dayikbûna zarokê Kawe Germîyanî û Şîrîn Emîn a hevjîna wî kir û xweşhalîya xwe nîşan da.
Birayê rojnamevanê terorkirî Kawe Germîyanî herwiha got, ku Kawe Germîyanî pêş terorkirinê, li gel hevjîna xwe biryar dabû ku eger zarokê wan kur be, navê ´Amed´ jê re diyar bike.
Kawe Germîyanî roja 5/12/2013 li ber derîyê mala xwe li taxa Serkevtin a bajarê kelarê ji alîyê çend çekdarên nenaskirî ve hate terorkirin. Ev buyer jî dengvedaneke berfireh a navxweyî û cîhanî li pişt xwe anî û alîyên navxweyî û cîhanî li hember terorkirina rojnamevan Kawe germîyanî nerazîbûn nîşan dan.
