• Friday, 13 February 2026
logo

Duyemîn konferansa neft û çavkaniyên sirûştî li Hewlêrê tê sazkirin

Gulan Media December 22, 2013 Nûçe
Duyemîn konferansa neft û çavkaniyên sirûştî li Hewlêrê tê sazkirin
Duyemîn konferansa neft û çavkaniyên sirûştî roja 24ê Kanûna îsal ji aliyê saziya geşedana şiyanên mirovî ya Mesele û rêxistina lihawarçûna gel a Norvecî (NPA) li Hewlêrê were sazkirin.

Yek ji berpirsên saziya Mesele û organîzatorê konferansê Bîlal Seîd, derheqê duyemîn konferansa neft û çavkaniyên sirûştî ya Hewlêrê de ji Rûdawê re got, di çarçoveya bihêzkirina birêvebirina dahata neftê de ku di heyama 6 mehên borî de li Herêma Kurdistan û Kerkûkê hatiye destpêkirin, emê konferansekê taybet li ser çavkaniyên sirûştî li dar bixin.

Bîlal Seîd da zanîn, konferans dê roja 24ê Kanûna 2013an li Hotêla Çarçira ya bajarê Hewlêrê were sazkirin û zêdetirî 100 kesayetiyên zana di warên aborî û darayî, neft û gaz her wiha nûnerên saziyan, rojnamevan û berpirsên hikûmetê dê beşdarî konferansê bibin.

Seîd eşkere kir ku di konferansê de hinek vekolînên derheqê neft, gaz û berpirsiyartiya şîrketên petrolê, bûdceya giştî, sîstema petro-dolar dê bên pêşkêşkirin her wiha hinek raporên rojnamevanî jî dê bên pêşkêşkirin.

Saziya Mesele ku saziyeke sivîl e û karên wê bihêzkirina pîvanên civaka sivîl, pêşxistina agahiyên civakê li ser mafên mirov û nehîştina tundiyê ye, sala 2004an li Bexdayê hatiye avakirin û sala 2006an jî li Herêma Kurdistanê bi fermî dest bi xebatên xwe kiriye.

Rudaw
Top