Proje destûra Rojawayê Kurdistanê hate amade kirin
Îro li Hewlêrê hijmareke psorên amadekirina destûra bingehîn ragehand ku, piştî hewldaneke 8 mehî karîne proje destûrek bo Rojawayê Kurdistanê amade bikin.
Di presskonferansekî de psporên han eşkere kirin ku, piştî 8 mehan lêkolîn û hewldan karîne bi fêde wergirtin ji destûra hin welatên fedral weke Kanada, Beljîka, Kurdistan û hin welatên din reşnivîs anjî pêşnivîsa destûra Rojawayê Kurdistanê amade bikin.
