PDKT hat damezrandin
Li Amedê girêdayî damezrandina partiyê ku civînekî çapemeniyê hat li darxistin di civînê de damêznerê partiyê Mehmet Emîn Kardaş ku axivî wiha got: “Heya roja îro li Tirkiyê bi navê Kurdî û Kurdistanê partiyek ne hatiye damezrandin. Me jî pêwistiya damezrandina partiyekî bi navê Kurdistan dît. Me ev weke mafê xwe yê rewa dît. Armanca partiya me di nava vî welatî de li ser xaka Kurdistanê xwe kirina dewlete. Ger rojek ev partiye bi hêz bikeve, ev partiye bi şêweyekî bi hêz xwe bibîne û li gel dewletê hevbike dikare bibe Federasyon.”
Kardaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Başûrê Kurdistanê mûtefîkê me yê yekeme. Hebûna wan û bi hêzbûna wan me keyfxweş dike. Em li gel wan di nava başî û diyalogên dostane dene. Ger dewleta Kurdistanê dewleta Kurdan be û ez jî kurdek bim, ez wêna weke dewleta xwe dibînin.”
ANF
