• Thursday, 12 February 2026
logo

Heşt kes li girtîgeha Recayî Şehr hatin darvekirin

Gulan Media December 21, 2013 Nûçe
Heşt kes li girtîgeha Recayî Şehr hatin darvekirin
Li gor raporteke Navenda Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê, roja çarşema borî (18.12.2013) heşt girti bi tawanên ne diyar li girtîgeha Recayî Şehra bajarê Kerecê hatine darvekirin.

Li gor raportê, hinek ji wan girtiyan ji bo darvekirinê ji girtîgeha Qizil Hisarê bo Recayî Şehrê hatine veguhestin. Herwiha heta niha derbarê nasnameya wan girtiyan de tu agahî li ber dest nînin û rayedarên biryarder ên Îranê heta niha tu daxuyanî nedane.

Hejmara darvekirinan li Îranê di salên borî de û bi taybet piştî hatine ser kar a Serokkomarê nû yê wî welatî Hesen Rûhanî bi awayekî berçav zêde bûye.

Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî ku roja çarşema borî birêve çû, hat ragehandin ku hejmara darvekirinan li Îranê cîhê dilgiranî û xeteriyeke mezin e ji bo mafê mirovan, lê Serokê Hêza Biryardanê Ayetulah Sadiq Larîcanî got: ‘‘Darvekirin yek ji hukmên îslamê ye û herkesê ku li dijî darvekirinê be, dijî ehkamên îslamê ye.’‘

Basnews
Top