Amerîka: Têkiliya me bi operasiyonên li Tirkiyê nîne
Frank Ricciardone diyar kir ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de têkliyên pir girîng yên dostane hene û got “Ti kes nikare bi van tometan têkliyên di navbera me de xirab bike”.
Ricciardone di daxuyaniyekê de got ku ti têkiliya Amerîka bi van operesiyonên li Tirkiyê tine ye.
Li gor medyaya Tirkiyê, Balyozê Amerîka li Tirkiyê Frank Ricciardone raghandibû ku ku wî ji rêvebrên Tirkiyê gotibû pêwîste Halk Bank a tirkî têkliyên xwe yên ne rewa bi Îran û Iraqê re qut bike, lê guhdar nekirin û her kes wê roxandina vê Împratoriyê nêzîk bibîne.
Piştî operesiyona 17 vê mehê li dijî hin karsaz û rêveberên hikûmetê, medyaya Tirkiyê belav kiribû ku Amerîka li paş van operesiyonane.
Rudaw
