Li Xormatûyê 24 welatî bûne qurbanî
Di vê derbarê de çavkaniyên ewlekarî yên li bajarê Xormatûyê ragehandin ku, îro danê sibê du bombeyên wedayî di nava bazarekî kirîn û firotina sewalan de hatine teqandin.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku, di encama wan her du teqînan de 7 welatî canê xwe ji dest dan û 17 welatiyên din jî birîndar bûn.
