Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo karesata geliyê Zaxo
Pir bi dil serxweşiyê li kesukarê qurbaniyên vê karesatê dikim û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên vê rûdawê dixwazim. Xelkê xebatgêr û serbilindê Zaxo rolekî bilind li şoreş û qurbanîdanê li gelê Kurd de hebûye.
Cihê daxeyê salane rûdawên bi vî awayî dibê sedema azardana xelkê qehreman û şehîdperwerê devera Zaxo. Pêwîste dam û dezgehên peywendîdar hemû hewlên xwe bixin holê ku karesata diltezîna geliyê Zaxo êdî dûbare nebê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.12.2013
