PDK peyamek pêşkêşî welatiyên Îzdî kir
Bi minasebeta hatina Cejna Rojî anjî Yazdan ya welatiyên Îzdî mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Îzdî kir.
Mekteb siyasiya PDKê di peyama han de hêvî xwestiye ew Cejna han bo tevahiya Îzdiyên Kurdistan û Cîhanê bibe sedema xêr û xweşî û bibe fakterek bo bihêztir kirina çanda bihevre jiyana tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî li Kurdistanê de.
