Barzanî û el-Cerba îro rewşa Sûriyê gotûbêj dikin
Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryare îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel el-Cerba bicive û rewşa Sûriyê û mijara kongreya Cenêv2 û beşdarbûna Kurdan tê de gotûbêj bikin.
Herwiha biryar e ku el-Cerba ligel berpirsên karûbarên penaberên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bicive û serdana çend kampên wan bike.
Di nava acendaya serdana el-Cerba de ku li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê hatiye, civîn û hevdîtin ligel partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî hene.
Encûmena Niştimanî ya Kurd ku ji 14 partî û çendîn hevrêzên ciwanan û kesayetiyên serbixwe pêk tê, bi fermî tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyonê ye.
