• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê hat Hewlêrê

Gulan Media December 19, 2013 Nûçe
Serokê hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê hat Hewlêrê
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmed Asî el-Cerba Duh gihişte Hewlêrê û biryare digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.

Peyamnêrê Rûdawê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ragihand ku el-Cerba îro saet 6.30 bi dema Hewlêrê gihişte balafirgehê.

El-Cerba li balafirgehê ji aliyê berpirsê dosyeya Rojavayê Kurdistanê di Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê D. Hemîd Derbendî û çend endamên Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve hat pêşwazîkirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, el-Cerba ku piştî gihiştina xwe yekser çû bajarokê Pîrmamê û dê sibê digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.

El-Cerba herwiha dê serdana çend kampên koçerên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bike.

Hatina el-Cerba li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê bû ku di rêya ENKSê re jê re hatibû şandin.

Serdana el-Cerba di demekê de ye ku ev 2 rojin civînên di navbera ENKSê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê li Pîrmamê didomin ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera wan de.

Rudaw
Top