Li Sûriyê ciwanekî din ê Helebceyê hat kuştin
Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Osman Ebû Bekir ji gundê Boyîne yê ser bi qezaya Helebceyê ye û çend meh dibû çûbû Sûriyê. Haya mala bavê wî jê nebû heta gehişte Sûriyê, piştre malbata wî zanî û gelekî xembar bûn bi çûna wî.’‘
Derheqa heman mijarê de Qeymeqamê Helebceyê Edhem Goran jî wiha axifî: ‘’Em bi kuştina wî ciwanê Helebceyî nîgeran in. Peyama min ew e ku ev şer ne şerê wan e û pêwist nake bibin sotemeniya şerekî û têde ne alî ne.’‘
Di berdewamiya axaftina xwe de Edhem Goran got: ‘’Em soz didin her ciwanekî Helebceyî eger bixwaze vegere em ê ligel hêzên ewlekariyê asankariyan ji wan re bikin û bi awayekî eşkere jî danûstandin ligel wan tê kirin bêyî ku bên îşkence kirin.’‘
Hêjayê gotinê ye, heta niha nêzîka 8 ciwanên Helebce li Sûriyê hatine kuştin ku bi rêyên cuda cuda çûne wî welatî û tevlî grubên Îslamî yên radîkal bûne, bi taybetî jî Cepheya El-Nusra û Deleta Îslamî ya İraq û Şamê.
Basnews
