Fazil Mîranî: Her kes dixwaze beşdariya hikûmeta nû ya Kurdistanê bike
Sekrtêrê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî pêşwaziya Konsulusê Almaniya yê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtineke de her du alî behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq û deverê kirin û Fazil Mîranî derbarê rewşa Kurdistanê de çend peyv pêşkêş kir.
Mîranî di axaftinên xwe de ragehand ku, xwesteka tevahiya part û aliyên siyasî ji bo beşdarî kirin di hikûmeta nû ya Kurdistanê de heye.
Mîranî eşkere kir ku, partiya demokrata Kurdistanê di yek ast de li gel aliyên serkeftî de dest bi danûstanan kiriye û mafê aliyê serkeftî anjî aliyê yekeme ku, aliyên din yên ji bo beşdarî kirin di hikûmetê de hilbijêre.
