Zaxo: 12 kes giyanê xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûne
Îro demek pêş niha hate ragihandin, ku bûyereke dijwara trafîkê e li gelîyê Zaxo li parêzgeha Duhokê qewimîye û li gor zanyarîyên 13 otomobîlan ku çend tankerên neftê jî di nava wan de hene, li hev dane û di encam de agir berbûye otomobîlan û şewata wan hêşta berdewame.
Li gor zanyarîyan di bûyerê de 3 tankerên mezinên hilgirê neftê jî hene ku agir berbûye wan û teqîyane û li gor amarên seretayî jî di encama bûyerê de 12 kes giyanê xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûne.
Eegerê zêdebûna hejmara qurbanîyan jî heye û hêşta zanyarîyên fermî û piştrastkirî di bareya bûyerê de nehatine belavkirin.
