Di teqîna Efrînê de kesekî jiyana xwe ji dest da
Peyamnêrê Rûdawê li Efrînê diyar kir ku teqîn li nêzîk rêbendek YPGê li rojhilatê bajêr rû daye û avahiya Iskan Eskerî ya berê ku niha YPGê bikar tîne, kire armanca xwe.
Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku piştî teqînê hêzên YPGê û asayişa PYDê cihê teqînê dorpêç kirin û nehiştin medyakar bûyerê ji nêz ve bişopînin.
Li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, di encama teqînê de herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest daye û kesekî din jî birîndar bûye.
Şeva 22yê tebaxa borî, teqînekê li naverasta bajarê Efrînê rû dabû û di encamê de 4 kesan ji yek malbatê jiyana xwe ji dest dabûn.
Rudaw
