Serok Barzanî: Ala Kurdistanê nirxeke hevbeş ya gelê Kurd e
Duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta roja ala Kurdistanê li ser pêgeha xwe ya li facebookê de peyamek pêşkêş kir ku, ew jî tekesta wê ye;
Di roja ala Kurdistanê de hezaran silav pêşkêşî canê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dikim, ala Kurdistanê nirxeke hevbeş û sembola yekdengiya gelê Kurdistanê ye, pêwîste li gorî peyama baş ya alaya Kurdistanê tevbigerîn ku, pêk hatiye ji aştîxwazî, xebat û hêvî û awedanî.
Erkê tevahiya meye ku, alaya xwe biparêzin û rêz jê bigirin.
Roja ala li tevahiya gelê Kurd pîroz be.
Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
