PDKê daxwazeke YNKê derbarê hikûmeta nû de red dike
PDKê di hikûmeta nû de dixwaze sîstema darayî li Herêma Kurdistanê bi temamî bike yek, bi awayekî ku êdî budceya Herêma Kurdistanê di navbera PDKê û YNKê de neyê parvekirin.
Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, PDKê di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêm Kurdistanê de dê Wezareta Darayî û Aborî ku niha di destê YNKê de ye, birêve bibe. Herwiha wezaretên Samanên Siruştî, Perwerde, Ewqaf û Karûbarên Olî û Şaredariyê dê her di destê PDKê de bimînin.
Endamê şanda danûstandinan a PDKê ya taybet bi avakirina hikûmeta nû de Dilşad Şehab ji Rûdawê re got “Gotûbêj li ser hemû wezaretan heye”.
Şehab herwiha got “Dibe ku ti wezaret bi temamî nehatibe yekalîkirin, ji bilî Wezareta Samanên Siruştî ku dibe wek xwe bimîne, ji ber projeyeke mezin di destê wan de ye û divê wê projeyê serbixin”.
Her li gor zanyariyên Rûdawê, di gotûbêjên navbera PDKê û YNKê de yên taybet bi avakirina hikûmetê, YNKê daxwaz ji PDKê kiriye ku 2 cîgirên Serokwezîr hebin, yek ji wan ji Tevgera Gorran û yê din ji YNKê be, lê PDKê ew daxwaz red kiriye û gotiye Serokwezîr wê tenê cîgirekî wî hebe.
Para YNKê di kabîneya bê ya hikûmetê de dê 4 wezaret be, yek ji wan Wezareta Pêşmerge ye. Ji nava wezaretên xizmetguzarî jî dibe ku Wezareta Pilandnanê ber YNKê bikeve, ji ber ku Wezîrê Pilandananê endamê Encûmena Bilind a Petrolê ye û divê YNKê di wê encûmenê de endam be ku ji Serokwezîr û cîgirê wî û herwiha wezîrên Darayî û pilandananê pêk tê.
Rudaw
