• Thursday, 12 February 2026
logo

Çarenivîsa 8 Kurdên Rojhilat 40 roj e nediyar e

Gulan Media December 17, 2013 Nûçe
Çarenivîsa 8 Kurdên Rojhilat 40 roj e nediyar e
Îro çileyê girtina wan 8 Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ye ku meha borî ji aliyê polîsên Hewlêrê ve hatin girtin. Ew girtiyên Kurd xwe bê tawan dibînin û dibêjin neheqî li wan hatiye kirin, ji ber eger tawan jî li ser wan were ispatkirin wê demê cezayê wan kêmtir dibe ji wê ku 40 roj dibe hatine ragirtin.

Meha borî komek çalakvanên siyaî yên Rojhilatê Kurdistanê bi mebesta şermezarkirina desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê li ser darvekirina çalakvanên siyasî yên Kurd li ber Parka Şaneder a Hewlêrê xwepêşandanek kirin. Xwepêşandan ji aliyê kampanya ‘’Na bo darvekirina ciwanên Kurd’‘ û Rêxistina Geşepêdana Siyasî û Civakî ya Zêd ve hatibû organîzekirin.

Xwepêşandanê saet didûyê piştî nîvro (08.11.2013) dest pê kir û saet çarê êvarê bi dawî bû. Ji bo xwepêşandanê destûr ji Parêzgeha Hewlêrê hatibû wergirtin û xwepêşandana ber Parka Şaneder bi awayekî organîzekirî birêve çû lê piştî saet çar hejmarek kes êrîşî Konsolxaneya Komara Îslamî ya Îranê kirin û dan ber keviran.

Polîsên Hewlêrê bi telefonê bangî organîzatorên xwepêşandanê kir daku serdana binkeyê polîsan bikin, lê piştî çûn her heş kes hatin binçavkirin. Piştî 40 rojan li girtîgeha Mihete ya Hewlêrê heta niha jî fermana azadkirina wan derneçûye û bi kefalet jî nayên berdan. Girtiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê dibêjin ku tu peywendiya wan bi bûyera ber konsolxaneya Îranê ve nîne û bê tawan hatine girtin.

Di vê derbarê de Berdevkê Kampanya Berevanîkirina her heşt girtiya Kamîl Necarî ji BasNewsê re got: ‘’Em rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê digirin û em dixwazin li gor yasayên herêmê danûstandin ligel girtiyan were kirin, lê hiştina wan kesan û bi kefalet bernedana wan berevajiya yasayên Herêma Kurdistanê ye.’‘

Rêveberê Polîsên Parêzgeha Hewlêrê Komîser Ebdulxaliq Telet jî tekez kir ku niha dadgeh ji vê dosyayê berpirsyar e û wiha axifî: ‘’Tu peywendiya me bi wê dosyayê ve nemaye, dadgeh berpirs e û li gor yasayan danûstandin ligel wan tê kirin.’‘

Girtina van 8 çalakvanên Kurd ji xeynî ku Kurdên Rojhilatê Kurdistanê nîgeran kiriye, tê pêşbînî kirin ku li Herêma Kurdistanê dengê nerazîbûnê derkevin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî hezar kesî ji çalakvanên sivîl, rojnamevan û mamostayên zanîngehê bi nameyekê daxwaza azadkirina van her heşt kesan kir.

Yekşema borî 110 parêzerên Başûrê Kurdistanê nameyek ji Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê re şandin û daxwaz kirin ku ew her heş Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên li girtîgeha Meheta ya Hewlêrê tên ragirtin, bên berdan. Herwiha ew parêzer tekez dikin ku girtina wan kesan berevajiya yasayên Herêma Kurdistanê ye.

Basnews
Top