Tirkiyê û Ewropa peymana rakirina vîzeyê îmze dikin
Hikûmeta Tirkiyê reşnivîsa vê pêvajoyê ku dê 3 sal û nîv dirêj bike, bi Yekîtiya Ewropayê re Îmze kir û piştî vê îmzekirinê wê danûstandin di navbera herdu aliyan de berdewam bibin
Dewleta Tirkiyê ev daxwaz piştî sala 1980 ji Ewropayê xwestibû, lê ji ber derbeya leşkerî li Tirkiyê ku hêşt bi dehezaran kes ji Tirkiyê birevin, ev pêvajo hat rawestandin.
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîp Erdogan di merasîma peymana metna lihevkirina diyalogê ya serbestiya vîzeyê û paşve qebûlkirinê ya li Enqereyê hat lidarxistin de axivî û got “Rewşa derbeya 12ê îlonê êdî nemaye û Tirkiyê ji welatekî ku xelkê wê jê direvî, bû welatekî ku hemwelatiyên wê yên koçber û reviyayî careke din vegerin welatê xwe û bi ser de gelek kompanî û karsazên biyanî tên li vir kar dikin”.
Erdogan herwiha got “Di sala 2002an de Tirkiyê bi 42 welatan re çûn û hatinên bê vîze li dar xistiye û niha ew hejmar gihişte 69 dewletî, li vê dawiyê vîze bi Rûsya re jî hat rakirin. Ez hêvî dikim ku di van sê sal û nîvê de karibin bi welatên Ewropayê re vîze ji holê rabikin, wê karsaz, hûnermend, werzişvan û endamên rêxistinên civakî yên sivîl li Tirkiyê bikaribin bi hêsantir herin Ewropayê”.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî di merasîma îmzekirinê de ku ligel nûnera Yekîtiya Ewropayê Li Enqereyê Cecilia Malmstrom hatibû kirin axifî û destnîşan kir ku ew pêvajoya ligel Yekîtiya Ewropayê dê di 3 qonaxan re bi rêve diçe, ya yekem guhartina nêrîna Ewropa derbarê Tirkiyê de û xurtkirina peywendiyên hemwelatiyên Tirkiyê bi xelkê Ewropayê re, duyem pêşxistina kar û xebatên li 3 salên bê de, ya sêyem jî rakirina vîze di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de.
Li aliyekî din Hikûmeta Tirkiyê li ser paşve girtina penaberên ku bi awayekî ne rewa derbasî Ewropayê bûne îmze kir û di encamên vê pêvajoyê de wê 28 welatên Yekîtiya Ewropayê hemû penaberên ne rewa ku di rêya Tirkiyê re derbasî Ewropayê bûne radestî Tirkiyê bike.
Rudaw
