• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û heyeteke Amerîkayî civiyan

Gulan Media December 16, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û heyeteke Amerîkayî civiyan
Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya heyeteke Amerîkayî bi Serokatiya Konsulusê wê welatî yê li Îraqê kir.

Di hevdîtinekî de rewşa dawî ya Îraqê di warê siyasî û ewlekarî de, têkeliyên navbera Hewlêrê û Bexdayê, rewşa deverê bi giştî û qirîza Sûriyayê û bandora qirîza han li ser welatên derdor hatin nîqaşkirin.

Hemahengî û hevkariya navbera hikûmeta Kurdistan û hikûmeta Îraqê jî ya di warê rûbirûbûn bi terorê re jî hate giftûgokirin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de rewşa Penaberên Sûriya û Rojawayê Kurdistanê jî hate nîqaşkirin û Konsulusê Amerîkayê spasiya hikûmeta Amerîkayê bo hevkarî kirina Penaberan pêşkêşî hikûmet û gelê Kurdistanê kir.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê daxwaz kir ku, dibe tevahiya aliyan di warê hevkarî kirina Penaberan de hevkariya Kurdistan û hikûmeta Kurdistanê bikin û dibe Amerîka jî di wê warî de rola xwe bilîze.

Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya NY û ajansên din yên ser bi NY kir û ragehand ku, ew ajansên han û NY heta niha bi awayekî berçav hevkarî kirine lêbelê dibe Amerîka û YEê jî saziyên xwe yên medenî han bidin daku, hevkariya penaberan bikin.

Di berdewamiya hevdîtina han de pêşniyara bicîhkirina penaberên Sûriyayê di nava sînorên wê welatî de û gehandina hevkariyên navnetewî bo wan hate giftûgokirin.
Top