Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî hevbeşa Encûmena Nîştîmanî ya Kurdên Sûriye û PYD civiya
piştî nîvroya Duh dûşem 16.12.2013 Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir û li runiştinê de tekez li ser yekxistina hewldanên ji bo peydakirina gotarekî hevbeşa Kurd kir, ji bo wê yekê ku Kurd bikarê bi gotarekî hevbeşa neteweyî beşdariyê li konferansa Cenev 2 de bike.
Piştî wê civînê bi serpereştiya Serok Barzanî û bi amadebûna xanima Leyla Zana Parlementerê Tirkiye û birêz Osman Baydemîr Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê, civînek li navbera nûnerên PYD û Encûmena Nîştîmaniya Kurdên Sûriye birêveçû û beşdarvanên civînê li ser ewe rêkkeftin ku roja sêşem 17.12.2013 civîneke hevbeş encam bidin ji bo gihîştina bi gotarekî hevbeşa siyasiya di navbera aliyên Kurdên Rojava.
