PDK: Necmedîn Kerîm desthialt bi awayekî xirab bikar aniye
Lîsta Kerkûk a Kurdistanî ku listeya hemû aliyên Kurdistanî bû li Kerkûkê bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, piştî 24 demjimêr ji ragihandina wê PDK xwe jê vekêşand û piştre hat hilweşandin.
Berpirsên PDKê sedema vekêşana xwe ji wê lîstê bo danîna Dr. Necmedîn Kerîm wek serokê lîstê vedgerênin, û dibêjin ku parêzgarê Kerkûkê gellek cudakarî li parêzgehê kiriy, û li gorî rêkeftina PDKê û YNKê kar nekiriye.
Di vê derbarê de berdevkê Polîtburoya PDKê Cafer Êmînîkî ji KDP.info re ragihandiye “Partiyta me her dem kurdayetî li Krekûk û navçeyên din xwestiye, ji ber vê mebestê xwe ji rikbriya partîtiyê dûr kiriye, ku ziyanan dighîne kurd û pêgeha kurdan, lê ev yek bi wê watayê nayê ku PDK helwêst û nêrîna wê derbar bûyeran nabe”.
Cafer Êmînîkî tekez dike ku arîşeya PDKê ligel danîna Necmedîm Kerîm wek serokê lîstê hebû û got:“Tiştê ku li Kerkûkê heye girêdayê helwêsta YNKê derbarê pêkanîna lîsteke cuda li Musilê û pêdagiriya wan li ser hinek kesan, ku me dixwest ne bi vî awayî be”.
Derbarê pirsiyara ku PDKê bûye sedema jidest dana gellek dengên Kurdan li Kerkûk, Êmînîkî wiha got: “Berî niha dyarbû bê kî sedema lîsta cûda bûn li Kerkûkê û winda kirina dengên kurdan dikeve stuyê wan, û tiştê ku îro jî rûdide ne xwesteke PDKê ye û me kar jî ji bo vê mebestê encamnedaye, û aliyê ku dixwaze metirsiyê li ser dengên kurdan drustbike ne PDKê ye, lê ew aliyên din in ên ku dixawzin hizbayetiyeke tesk li navçeyê li ser hisabû berjewendiya kurd giştî û yekrêziya aliyên Kurdistanî cî bi cî bikin”.
Îro (16.12.2013) rojnameya Xebat a PDKê rexneyên tund li Necmedîn Kerîm girtiye, û ew bi têkdana rewşa pêkve jiyanê û xirabiya bikar anîna desthilatê û karînên darayî, tometbar kiriy.
Rudaw
