Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Japonê vexwende Herêma Kurdistanê
Doh (15.12.2013) Srokweîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li cîgirê yekem ê wezêrî derive yê Japonê Nobo KîŞî, û şanda digel de û balyozê wî welatî li Iraqê kir.
Li gorî daxuyaniyeke encumena wezîrên Kurdistanê, ev cara yekem e ku Nobo KîŞî serdana Herêma Kurdistanê dike, û xwesteke Japonê ji bo bihêzkirina peywendiyan digel Herêma Kurdistanê tekez kir.
Nobo KîŞî herwiha ragihand ku ew kompaniyayên Japonê han didin da berê xwe bidin Herêma Kurdsiatnê û wiha got: “Hikûmeta Japonê tekez li ser wê yekê dike ku pêwîste pişka Kurdistanê ji proseya avakirina Iraqê ya ku Japon encam dide, hebe”.
Ji aliyê xwe Srokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxawza kir ku kompaniyayên Japonê bêtir werin Kurdistanê û beşdariyê di weberhênan û pêşxistina peywendiyên bazirganî û aborî navbera Herêma Kurdistanê û Japonê de, bikin.
Li goîr daxuyaniya encumena wezîran, Barzanî vexwendineke fermî arastey serokwezîrê Japonê kir da serdana Kurdistanê bike.
Rudaw
