• Thursday, 12 February 2026
logo

Zanîngeha Bogaziciya Istanbulê Doktorîya Rûmetê da Îsmaîl Beşîkçî

Gulan Media December 16, 2013 Nûçe
Zanîngeha Bogaziciya Istanbulê Doktorîya Rûmetê da Îsmaîl Beşîkçî
Nivîskar û Civaknasê Navdarê Tirkiyeyê û dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkçî roja pêncşembîya hefteya çûyî ji Zanîngeha Bogaziçî ya Istanbulê xelata Doktoraya Rûmetê wergirt.


Merasîma xelatdayînê bi beşdarîya gelek rewşenbîr û akademîsyenan pêk hat ku piştî wergirtina Doktorîya Rûmetê Civaknas Beşîkçî axaftinek kir.

Wî, bal kişand ser azadîya ramanê ya bêsînor û daxwaz ji zanîngeh û akademîsyenên Tirkîyê kir, li şûna bizavkarên mafên mirovan bêhtir ew li ser vê mijarê rawestin.

Rektora Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Gulay Barbarosoglu, di merasîma xelatdayîna pîrozkirina 150 salîya zanîngehê de li ser sedema dayîna xelata Dr. Beşîkçî wiha axifî:
“Dr. Beşîkçî yek ji zanyarê civaknasîyê yê herî qedir bilind e ku bi taybet li Tirkîyê jibo sazîbûna vê zanistê xwedî roleke pir girîng e. Bêguman bandoreke mezin ya xebatên wî li ser gotûbêjkirina pirsa Kurd li warê sîyasî û akademîk çêbûye.”

Birêz Beşîkçî jî spasîya xwe jibo vê xelatê anî ziman û got, “Pêdivîya xebatên akademîk bi azadîya ramanî ya bê sînor heye. Divê jiber naverokê û rexneyê tu kesek rastî cezayan neyê. Lê îdeolîjîya fermî ya Tirkîyê bi gelek mînakên wiha tije ye.”

Heman Zanîngeh 19’ê vê mehê jî Xelata Doktorîya Rûmetê dide Patrîkê Rûm yê li Istanbulê Bartholomeos.

Patrîkê Rûm, piştî sedsala 6’an cara yekê ye ku ji alîye sazîyeke fermî ya dewleta Tirkîyê ve bi Ekumenîkîyê tê pênase kirin.
Top