Pêşkêşvaneke kanala El-Mûsiliye hat kuştin
Derbarê bûyerê de çavkaniyekê ji bajarê Mûsilê ji BasNewsê re got: ‘‘Doh Yekşeme (15.12.2013) Pêşkêşkara Kanala El-Mûsiliye Nuris Elneîmî ji aliyê çend çekdarên nenas ve li navçeya Elcezayir a Rojhiltê Mûsilê hat kuştin.’‘
Mûsilê yek ji wan bajarane ku zêdetirîn hejmara kiryarên terorîstî têde tên kirin, di hefteyên borî de çendîn mamoste û gotarxwênên mizgeftan ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin û gefa kuştinê jî li gelek kesan kirine ger dest ji karê xwe bernedin.
Herwiha çend mamosteyên zimanê İngilîzî jî hatine kuştin û gefa kuştinê li hinekan tê xwarin ku ger dest ji kar bernedin bi henceta zimanê İngilîzî zimanê kafirane nabe di xwendingehan de bê fêrkirin.
Basnews
