Hejmara Xirîstyanên Îraqê ji milyonekê bûye 200 hezar kes
Keşe Tîma Tîos Îşa, li bajarokê Doreya Bexdayê ji rojnameya Deylî Telegrapha Brîtanya re axifî û got: ‘‘Di dema xwe de navçeya Dore yek ji wan deran bû ku zêdetirîn hejmara Mesîhiyan têde dijiyan û hejmara wan zêdetirî 30 hezar malbatan bû, lê di çend salên borî de hejmara wan gelek kêm bûye û tenê 2000 kes mane.’‘
Îşa wiha axifî: ‘‘Em niha li ser axa xwe hest bi xerîbiyê dikin, ji ber vê jî mecbûr in axa xwe bicîh bihêlin.’‘
Li gor raporta rojnameya navbirî di deh salên borî de hejmara Xirîstiyanan li Îraqê gelekî kêm bûye û ji zêdeyî milyonekê daketiye 200 hezar kesan.
Li gor heman rojnameyê, li welatên ku têde bihara Erebî çêbûne Xirîstiyan di rewşeke xirab dane û ji ber vê jî mecbûrin welatê xwe bicîh bihêlin.
Basnews
