Kurdistan û Vatîkan peywendîyên xwe xurt dikin
Di civînekê de nûnerê Vatîkanê di axaftinekê de got ku, diyalog yek ji pirenspên lihevtêgihiştinê ye û Papyê Vatîkanê hertim diyalog kiriye bingehê lihevtêgihiştina navera olan. Wî got jî ku, di navbera herêma Kurdistanê û Vatîkanê têkeliyên bihêz hene û serokê herêma Kurdistanê çend careke serdana Vatîkanê kiriye û digel Papa civiya ye.
Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, di civînê de, silavên serokê Kurdistanê, serokwezîrê Kurdistan û silavên gelê Kurdistanê bi rêya nûnerê Vatîkanê gihandin Papayê Vatîkan. Mistefa got ku, serokê herêma Kurdistanê û serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê hertim giringiyeke taybet bi têkeliyên Kurdistanê yên bi Vatîkanê re didin.
Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de behsa azadiya olan, kultura lêbihurînê, pêkvejiyana netwe û olan li Kurdistanê û ew pêngavên hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona kûrtirkirin û bihêzkirina pirensîpên hevduqebûlkirin û pêkvejiyanê avêtine, kir .
Serokatiya siyasiya Kurdistanê û bi taybetî serokê herêma Kurdistanê roleke mezin di warê çespandina mafên azadî û mafên kêmnetewe û olan di destûra nû a Îraqê de lîstiye. Mistefa tekîd li ser rola serokê nemir Mistefa Barzanî di piştevanîkirin û bihêzkirina bingehên aşitiyê û kultura lêbihurînê û pêkvejiyanê kir.
Nûnerê Papayê Vatîkanê xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê alîkarîkirin û piştevanîkirina mesîhîyên Îraq û Kurdistanê bilind nirxand.
