Husên Şehiristanî: Em ne lidijî şandina petrola Kurdistanê ne
Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û wezîrê petrolê Husên Şehiristanî ragehand ku, piştî giftûgo kirineke berfire hikûmeta Îraqê razîbûna xwe ya li ser şandina petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê bo bazarên Cîhanê razî bûye.
Husên Şehiristanî di hevpeyvîneke xwe ya bi ajansa anadolu re behsa şandina petrola Kurdistanê kiriye û ragehandiye ku, demên berê jiber jihev fêmkirinê hikûmeta Îraqê dijî şandina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê bû lêbelê piştî danûstan û giftûgoyên berfire hikûmeta Îraqê li ser şandina petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê bo derve re razî bûye.
