Welatên Kendawê xwestekek mezin heye sermayeyê xwe li Kurdistanê birazîn in
Di civînekê de behsa pêşkeftina herêma Kurdistanê di warê aborî, hilbirîn û binyatdanan infrastruktura boriya herêma Kurdistanê hat kirin û di vê çarçovryê de, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê behsa xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê zêdetir pêşxistin û avadankirina Kurdistanê, karhêsanî bo sermayedar û kompaniyên biyanî ku, beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bikin kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê di pirosesa avadankirinê de, sektora taybet bi şirîka xwe dizane.
Îmad Ehmed got jî ku, herêma Kurdistanê peymaneke lihevtêgihiştinê digel welatê Qeterê îmza kiriye û hêvî kir ku, di çarçoveya wê peymanê de kompanî û şirketên qeterî beşdariyê di pirosesa avadankirina Kurdistanê de bikin.
Şêx Casim Cabir di axaftina xwe de behsa pêşkeftina herêma Kurdistanê a di hemû waran de kir û got ku, herêma Kurdistanê miqaîse digel wîlayetên din yên Îraqê gelek aram e û geş kiriye û got ku, sermayedar û behemînerên welatên Xelîcî xwesteke mezin heye ku, berê xwe bidin Kurdistanê û li wir sermayeyê xwe birazîn in.
