• Thursday, 12 February 2026
logo

Welatên Kendawê xwestekek mezin heye sermayeyê xwe li Kurdistanê birazîn in

Gulan Media December 15, 2013 Nûçe
Welatên Kendawê xwestekek mezin heye sermayeyê xwe li Kurdistanê birazîn in
Li bajarSilêmaniyê, duhî roja şemiyê 14.12.2013ê, Îmad Ehmed cêgirê serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li şêx Casim Cabir Elsanî sermayedar û berhemînerê welatê Qeterê kir.

Di civînekê de behsa pêşkeftina herêma Kurdistanê di warê aborî, hilbirîn û binyatdanan infrastruktura boriya herêma Kurdistanê hat kirin û di vê çarçovryê de, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê behsa xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê zêdetir pêşxistin û avadankirina Kurdistanê, karhêsanî bo sermayedar û kompaniyên biyanî ku, beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bikin kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê di pirosesa avadankirinê de, sektora taybet bi şirîka xwe dizane.

Îmad Ehmed got jî ku, herêma Kurdistanê peymaneke lihevtêgihiştinê digel welatê Qeterê îmza kiriye û hêvî kir ku, di çarçoveya wê peymanê de kompanî û şirketên qeterî beşdariyê di pirosesa avadankirina Kurdistanê de bikin.

Şêx Casim Cabir di axaftina xwe de behsa pêşkeftina herêma Kurdistanê a di hemû waran de kir û got ku, herêma Kurdistanê miqaîse digel wîlayetên din yên Îraqê gelek aram e û geş kiriye û got ku, sermayedar û behemînerên welatên Xelîcî xwesteke mezin heye ku, berê xwe bidin Kurdistanê û li wir sermayeyê xwe birazîn in.
Top